Bajar

Te got ez dê herim welatekî din zeryayeke din Helbet ji vîya çêtir wê bê dîtin bajarekî din Qey qeder e wî Dest diavêjim çi bi pêsîra min ve dizeliqe Û tê bêjî qey meyîtekî veþarte ye dilê min Li ev bajarê beyar, wê hê pir bimîne hiþê min Ruyê xwe çawa diguhêrim li kuderê dinihêrim Derdikevin pêþberî min xopanên reþ yên jîyana min Salên xwe malmîrat kirin min bela sebeb kambax kir Tu ê welaten din nebînî, wekî din zeryayan tu ê nebînî Û dev ji te bernade ev bajar, li eynî kuçeyan tu ê bigerî. Li eynî taxan tu ê pîr bibî Li eynî malan tu ê por sipî bikî Cihê tu ê herî û lê vegerî ev bajar e Yekî din hêvî neke Tu keþtî, tu rê nînin ji te re Li van quncikên biçûk li van deran tu xwe malxerab bikî Li hemû deverên cîhanê tu ê malxerab bimînî Helbest: Konstatînos Kawafîs Werger: Rênas Jîyan Muzîk: Jan Axîn
 
         © JanAxin 2005
             Webmaster