td width=10% valign=top> 
 

	   

Evîna Bextewar Tuneye

Êdî wext dereng e, ji bo hînbuna jînê Bila dilê me biîskin, di þevreþê de Ji bo bicuktirîn stranek, kambaxî divê Ji bo her ricifa dil, axînek divê Ji bo tingîneke gîtarê, îske îskek divê Evîna bextewar tune ye Evîn tene ye ku, ji janê nehatibe Evîn tune ye ku, dil de birîn veneke Evîn tune ye ku, ru neçilmisîne Evin tune ye ku, ji girî nehatibe U tevî te ji evîna welêt Cana min, xezala min, birîna dilê min Ez te di dil de disitirînim, mîna çukek e baskþikestî Li me dinêrin u diçin, beyî ku tiþtekî zanibin Dubare dikin li pey min, rîsîyê minên hûnandî Ewên ku hazir in bimrin, ji bo çavên te yên reþbelek Tu tiþtê mirov lê nayê, ne xwurtîya wî Ne qelsîya wî û gava ku Bi hêvî hembêza xwe vedike sîya wî ya xaçekî ye Gava ku bi hêvî dilgeþîya xwe diqîre wê dieciqîne Jîyana wî jê bîyanî û êþeke bênav e Jîyana wî diþibe wan leþkerên bêçek Ku ji bo qedere din xwe girê dane Hiþyarbuna sibehê dê bi kêrî çîyê wan bê Ewên ku êvarî çek ji dest tên girtin Hêstirê xwe bigre ez bi gori û bêje Evina bextewar tune ye Helbest: Louîs Aragon Werger: Cemîl Denlî Muzîk: Jan Axîn
         © JanAxin 2005
             Webmaster